Kurmancî
yeka me tune bû lê niha pêncên me hene
Cureyê peyvê: gp
- Kîte
- ye·ka me tu·ne bû lê ni·ha pên·cên me he·ne
Kurmancî → Kurmancî Wîkîferheng (Kurdî–Kurdî)
yeka me tune bû lê niha pêncên me hene gp
divê mirov wekî hêz û derfetên xwe tev bigere
Gotinên pêşiyan
„Lawik ji bazara deveyan bi reverev tê û ji bavê xwe re dibêje: Bavo deve haline bi zêrekî, em bistînin? Bav dibêje: na lawo, nestine. Di demeke dirêj bi şûn de tê û dibêje: Bavo deve bûn bi du zêran. Bav dibêje: Na! Dîsa piştî çend mehan bi şun de law tê û dibêje: Bavo deve bûne bi sê zêran!... Bav dîsa dibêje: Na! Çend meh diborin dîsa law bavê agahdar dike Bavo deve bûne bi pênc zêran. Bav dibêje: Lawo here bikire!.. Lawik bi matmayî ji bave xwe dipirse: Bavo çima deve bi yek zêrî bûn te nekirîn, lê derketine pênc zêran tu dibêjî here bikire? got: Wê çaxê yeka me tune bû lê niha pêncên me hene, wê demê me ew jî nedidît, lê îro ji wê zêdetir jî hene.“
Çavkanî: Wîkîferheng – „yeka me tune bû lê niha pêncên me hene“ · CC BY-SA 4.0