Kurmanci

esîd

Sözcük türü: isim, dişil

Heceleme
e·sîd
Telaffuz
/ɛˈsiːd/

Kurmanci → Kurmanci Wîkîferheng (Kurdî–Kurdî)

xurekekî şîrîn e ku, payizan bi têkilkirina ard û şîreya tirî tê çêkirin. payizan tirîyê rezan tê çinîn û tê guvaştin, şîre jê tê derxistin, ew şîre di sîtilek de tê kelandin û kefa wê tê girtin, paşê tê sarkirin, bi qasê pêwîst ardê xase têkilê wê tê kirin û vêca her du pêkve li ser agir tên danîn û bi darekî dirêj yê taybeti tên tevdan, dipijin û bi wî awayî, pêkve dibin "'esîd". Esîd li ser hin çarşevan tê raxistin û li ber tavê tê hişkkirin, paşê ji ser wan çarşevan tê hilkirin û dibe bastêq. Herwisa, ji esîdê benî jî tên çêkirin. Hin dendikên gûzan yan behîvan bi ben ve tên kirin, di esîdê de çend car tên nûqkirin û bi wî awayî, pêkve dibin benî. hvm: "helîl" û "pilor"

Atasözleri

„Zarok û mezin tev, ji esîdê pir hez dikin.“

Kaynak: Wîkîferheng – „esîd“ · CC BY-SA 4.0

Hata bildir