Kurmancî

dimbilik

Cureyê peyvê: navdêr

Kîte
dim·bi·lik
Bilêvkirin
/dɪmbɪˈlɪk/
Pêkhatina peyvê
dim+bilik

Kurmancî → Kurmancî Wîkîferheng (Kurdî–Kurdî)

navê sazek e. ew saz ji postê bizinan yan mîyan û qafikeka wek cerek tê çêkirin. alîyekî wê qafikê dişibe nîveka cerek, alîyê wê yê dî jî dişibe devê cerek û ew alîyê wê yanî devê wê, vekirî ye. parçeyeka postê hişkkirî yê bizinek yan mîyek, li ser alîyê wê yê fire tê danîn û kenarên wî postî li kenarên qafikê tên qelibandin û bi benek tên girêdan. dema bi destan li wî postî tê dayin, dengekî wek dengê dawileka biçûk jê derdikeve. dimbilik, bi piranî digel bilûran yan digel sazên têlkirî yên wek kemanan û tenbûran tê lêdan û bi wî awayî, dengên wan têkilhev dibin. pehlewî: "dumbeleg"

Çavkanî: Wîkîferheng – „dimbilik“ · CC BY-SA 4.0

Şaşiyekê ragihîne