- Paşgirek e bo peyvên yekjimar yên zayendmê dema nomînek (cînavek / navdêrek / rengdêrek) diyarker ya tîpa wê ya dawîn dengdêr li dû wê peyvê bêt
- di zimanê devkî de paşgira pirjimariyê ye dema peyva bi dengdarekê bi dawî tê serbixwe be (ango ti nomîn li dû wê neyên): Nameya bîne lê rojnameya li wir bihêle 'Nameyan bîne lê rojnameyan li wir bihêle.' binere -an
- di hin devokan de dikeve dû peyva zayendmê ya li pey cînava "ev"
Gotinên pêşiyan
„nameya wê, pencereya malê, rêya wan, gulleya kujer“
„Ev nameya xweş e Ev name xweş e. Li gor hin devokan heman riste dikare wiha jî bêt got“
„Ev nameye xweş e / Ev nameya han xweş e / Ev nameya ha xweş e / Ev nameya he xweş e / Ev nameya hanê xweş e / Ev nameya henê xweş e“
Çavkanî: Wîkîferheng – „-ya“ · CC BY-SA 4.0